Sheyda Ghavami li Rojhilatê Kurdistan’ê li bajarê Sine hat dinyayê û li wî bajarî jî mezin bû. Malbata wê li kelepûra sofiyan tê û wekî malbatake muzîkjen tê nasîn. Sheyda bi zaroktî bala xwe daye beşên cihê yên hunerî lê herî zêde şano û muzîk. Ew di 17 saliya xwe de dersên muzîkê distîne û di serî de jî hînî meqamên muzîka klasîk a Farsî dibe. Lê belê ji ber ku li Komara Îslamî ya Îran’ê ji bo jinan qedexe ye ku stranan bêjin ew divê van dersên taybet bi dizî bistîne. Herweha zexta civakî jî li ser wê heye û lewma ew jî ji neçariyê dev ji van dersan berdide. Bi vî awayî tenha derfeta xwe ya stran gotinê jî ji dest dide.
Di sala 2013’an de ji ber çalakiyên xwe yên siyasî, di serî de jî ji ber xebatên xwe yên ji bo mafên jinan ew neçar dimîne ji Îran’ê derkeve û berê dide Tirkiye’yê. Li wê derê careke din dest bi stran gotinê dike û bi hunermendê navdar Nasser Rezazi re dixebite. Bi piştgiriya vî hunermendê mezin Sheyda yekem strana xwe ya bi navê ‘Shirinim’ tomar dike, ku diyarî wan jinan dike, ku li Îran’ê di zindanan de ne yan jî ji aliyê rejîma Îran’ê ve hatine îdam kirin.
Di sala 2014’an de Sheyda xwe digihîne Almanya’yê. Li vê derê jî xebatên xwe yên muzîkê wekî stranbêjekê berdewam dike û herweha digel çendîn muzîkjenên din jî dixebite. Di albûma ‘Encounter’ a muzîkjenê Îranî Reza Samani de strana ‘De Magri’ dixwîne. Hunermend heta 2021’an bi giştî 7 stranan tomar kiriye û wekî din ne tenê li Almanya lê li çendîn welatên din ên Ewropa û herweha Başûrê Kurdistan’ê jî stranan daye.